Parêzgerê Amedê: “Di 2024an de 1,1 milyon gestiyar seredana Diyarbekirê (Amedê) kirin”
PeyamaKurd – Parêzgerê Diyarbekirê Murat Zorluoğlu, di serê salê de, di peyama xwe de rêjeya geştiyarên ku seredana Diyarbekirê kirine da û got:
“ Diyarbekirê di sala 2024an de 1,1 milyon geştiyariyan kiriye mêvanê xwe. Ev jimar wê di salên pêşiya me de bibe 2-3 milyon geştiyar û em ê bi hevre bibînin.”
Murat Zorluoğlu li Pirinçlikê di dema seredana xwe ya hêzên asayîşê de, sersala rojnamevanan pîroz kir û got:
“Sala 2025 bibe salekî xweş. Sala 2024an bi temamî salekî tije hûzûr bû. Diyarbekir êdî ne bi bûyerên xerab lê bi veberhênan, hilberîn, geştiyarî û îstîhdamê tê xeberdan. Diyarbekir, dev ji geştiyariyê bernade û wê di dahatûya Diyarbekirê de ciyekî wê yê girîng hebe. Di çand, geştiyarî, geştiyariya baweriye de em xwediyê derfetên gelek başin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin