Li dora 2 milyon gestiyar seredana Erbîlê kirin
PeyamaKurd – Li gor rêjeyên Heyeta Tûrîzmê ya Erbîlê ji serê salê heya niha di nav 6 mehan de 2 milyon geştiyar (tûrîst) seredana bajarê Erbîlê (Hewlêr) û dora wê kirine. Li ser geştiyariyê Esed Kilşo yê bi malbata bi xwe ve ji Amerîkayê çûye Hewlêrê ji bo K24ê ragihandiye:
“Bi giştî rewşa Herêma Kurdistanê li gor bajarên din yên Iraqê aram, bi îstîqrar û xweştire. Hinek kes dikarin memleket bi budçekî hindik îdare bikin û ev jî ciyê serbilindiyê ye. Li Kurdistanê kes li netewa kesî, ola kesî napirse kes û kesî aciz nake.”
Li Erbîlê gfelek ciyên geştiyariyê hene ku di nav wan de Bêxal û sûlava wê heye. Şeqlawa heye, Geliyê Elî Beg û heya zozanên Hacî Umranê herin zozanan, heye.
Geştiyarên ku diçin Herêma Kurdistanê yên Iraqê, yên Herêma Kurdistanê û welatên din in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin