7.5 milyon gestiyar îsal seredana Herêma Kurdistanê kir

26 December 2023 00:16 0 dîtin
7.5 milyon gestiyar îsal seredana Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Berdevkê rêvebiriya geştiyariya Herêma Kurdistanê İbrahim Abdukmecîd ji bo Rûdawê ragihandiye ku îsal an ku di sala 2023an de, di 11 mehan de jimara geştiyarên ku seredana Kurdistanê kirine 7.5 milyon kesin. Ev jimare ji nûfûsa Herêma Kurdistanê zêdetire.

Abdulmecid ragihandiye ku %25ê geştiyaran ji derveyê Iraqê çûne û yên mayî ji xelkê Iraqê ne û ji bajarên cuda yên Iraqê çûne Kurdistanê. Jimara tûrîstên biyanî li gor salên borî îsal zêdetir bûye.

Berdevk ragihandiye ku berê di wexta havînê û tatîlan de xelk diçû seredana Herêma Kurdistanê lê niha di wexta payîz û zivistanê de jî geştiyar diçin Kurdistanê.

Li gor rêjeyên rêvebiriya tûrîzmê; 2.708 cîh weke ciyên tûrîstîk hatine tescîlkirin. Bajarên ku herî zêde seredana wan tênkirin, bi rêzê herî zêde Hewlêr, Silêmaniye, Duhok û Helebçe ne.