5 milyon gestiyaran serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji destpêka sala 2023yan heta niha, nêzî 5 milyon kesan ji bajarên din ên Iraqê û welatên din ji bo geştê serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Seroka Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emel Celal da xuyakirin ku hejmara geştyarên ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de serdana Herêma Kurdistanê kirine, nêzîkî pênc milyon kesan bû û ew pêşbînî dikin heta dawiya salê, ev hejmar bigihe 8 milyon geştyaran.
Emel Celal daye zanîn, armanca Desteya Geştûguzariyê ne tenê rakişandina geştyaran e, di heman demê de berfirehkirina çavkaniyên turîzmê ye jî.
Hêjayî gotinê ye, ji ber sedemên belavbûna vîrusa Koronayê û proseya xweparastina ji wê nexweşiyê, liv û tevgera geştyariyê li Herêma Kurdistanê di çend salên borî de kêm bûbû. Piştî rakirina tedbîrên xweparastinê û kêmbûna pêketiyên koronayê, sektora geştyariyê ji nû ve zindî bûye ku geştyarên ji nav Iraqê û welatên din berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin