Di 3 mehan de 1.5 milyon turîstan serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd- Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav sê mehên borî de zêdetirî 1.5 milyon turîstan serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd got, rêjeya hatina geştyaran a Herêma Kurdistanê zêde bûye û di heyama 3 mehên borî de zêdetirî 1.5 milyon geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir: “Ji bilî cihên geştyarî yên bihar û havînan li deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê xwediyê taybetiyên geştiyariya zivistanê ye û salane bi sed hezaran geştyar ji deverên din ên Iraqê tên.”
Beriya niha Seroka Desteya Geştuguzariyê ya Herêma Kurdistanê Amal Celal jî dabû xuyakirin, desteyê planek demdirêj a 8 salan û planeke mamnavend amade kiriye, bi armanca pêşwazîkirina 20 milyon geştiyaran di nav salekê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin