Hejmara gestiyarên di 11 mehan de serdana Herêma Kurdistanê kirine hat eskerekirin

30 December 2023 17:28 0 dîtin
Hejmara gestiyarên di 11 mehan de serdana Herêma Kurdistanê kirine hat eskerekirin

PeyamaKurd – Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir ku di 11 mehên sala 2023an de zêdetirî 7 milyon geştiyar serdana cihên geştiyariyê yên li herêmê kirine.

Berdevkê Îbrahîm Ebdulmecîd di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de amarên serdanên geştiyariyê yên sala 2023an eşkere kir.

Ebdulmecîd da zanîn ku îsal li gorî sala 2022an serdanên geştiyariyê zêde bûne û got, di navbera Çileya 2023 û Mijdara 2023an de zêdetirî 7 milyon û 500 hezar geştiyar serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Di nav van geştyaran de tûrîstên navxweyî, geştiyarên ji başûr û navenda Iraqê û herwiha geştyarên navneteweyî yên ji derveyî Iraqê jî hene. Berdevkê Ebdulmecîd diyar kir ku li seranserê Herêma Kurdistanê 3 hezar û 100 cih ji bo bicihkirina geştiyaran hene.

Berdevk Abdülmecîd eşkere kir ku ji bo rehetiya geştiyaran xebatên wan didomin.