DEM Partî: Wê pistî serdana sandê ya Herêma Kurdistanê Ocalan bangeke dîrokî bike!
PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari piştî axaftina xwe ya koma partiya xwe ya parlamentoyê ji rojnamevanan re li ser banga Abdullah Ocalan a tê çaverêkirin got, “Em texmîn dikin ku di nava vê mehê de wê bangeke dîrokî bê kirin.”
Hatimogulları bal kişand ser serdanên heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê û diyar kir, banga ku tê çaverêkirin wê negihîje 15ê Sibatê ku ew roj salvegera girtina Ocalan e.
Hatimogullari, li ser serdana dawiya hefteyê ya şanda DEM Partiyê bo Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: "Şanda me dê biçe Herêma Kurdistanê û dê hinek hevdîtinan bike. Paşê encamên van hevdîtinan dê bigihin Birêz Ocalan. Em texmîn dikin ku di nava vê mehê de dê bangeke dîrokî ya bi vî rengî bê kirin. Îro li Tirkiyeyê di hemû hevdîtinên me de her kes dibêje ku divê li vî welatî aştî were pêkanîn. Ji bo vê yekê civak amade siyaset jî amade ye. Mixalefet jî amade ye lê diyar e ya ne amade desthilat e. Divê ew rêyên xwe yên ji bo aştî û diyalogê eşkere bikin û tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin.
Operasyonên îro yên li ser şaredariyên Stenbolê hatine kirin û cezayê ku dane Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dibin wekî dînamîta ku vê pêvajoya diyalogê biteqîne. Ji ber vê yekê em careke din bangî desthilat û aqilê dewletê dikin. Rê li ber pêşveçûna aştî û diyalogê vekin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin