Pistî cejnê sandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

14 August 2019 13:36 0 dîtin
Pistî cejnê sandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî bêhnvedana cejna Qurbanê dê serdana Bexdayê bike û derbarê pirsgirêkên sereke yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi rayedarên hikûmeta Iraqê re bicive.

MIJARÊN SERDANÊ PIRSÊN TÊKILDARÎ PETROL Û GAZÊ Û CÎBICÎKIRINA MADEYA 140Î, MÛÇE NE’

Berpirsê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa derbarê serdanê û armanca vê de ragihand, şanda Herêma Kurdistanê dê derbarê pirsên têkildarî petrol û gazê û cîbicîkirina madeya 140 de li gel berpirsên Bexdayê bicive.

Bi gotina Faris Îsa, mijareke din a gotûbêjên şanda Herêma Kurdistanê li gel rayedarên Bexdayê, axaftina li ser mûçeyê garantîkirî bo fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Li gor zanyariyan, şanda Kurdistanê dê derbarê radestkirina rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi SOMOyê de jî li gel berpirsên hikûmeta Iraqê danûstandinê bike.

Li gorî yasaya bûdceya Iraqê ya bo 2019an, Herêma Kurdistanê divê rojane 250 hezar bermîlên petrolê radestî kompanyaya SOMOya ser bi Wezareta Petrola Iraqê bike.

‘ŞANDEKE BEXDAYÊ JÎ WÊ SERDANA HEWLÊRÊ BIKE’

Berpirsê Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa destnîşan kir, piştî civînên şanda Kurdistanê yên li Bexdayê, dê ji bo temamkirina danûstandinan şandek ji Bexdayê jî serdana Hewlêrê bike.

Biryar e ew pirsgirêkên ku bi salan e di navbera Kurdistanê û Iraqê de asê û neçareserkirî mane, bêne yekalîkirin û biryara dawî li ser wan pirsgirêkan bê dayîn.

Meha bihorî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribûn û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hewlên xwe dabûne destpêkirin.

Her hingê şandeke hikûmeta Iraqê jî serdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kiribû û li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyabû.

Di civîna herî dawî ya navbera berpirsên Hewlêr û Bexdayê ku di 25ê Hezîrana 2019an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin, şanda bilinda hevbeş a hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû, ku çend komîte ji bo çareserkirina dosyeya petrol û darayî bêne pêkanîn.