Dîzeyî: Wê çend sandên bilind ên welatan serdana Herêma Kurdistanê bikin

18 January 2021 17:53 0 dîtin
Dîzeyî: Wê çend sandên bilind ên welatan serdana Herêma Kurdistanê bikin

PeyamaKurd - Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ragihand ku her çiqas ji ber vîrusa koronayê serdana şandên welatan bo herêma Kurdistanê kêm bûne jî, biryare çend şandên bilind ên welatan serdana Hewlêrê bikin.

Sefîn Dizeyî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, ji ber vîrusa koronayê çalakiyên fermangehê kêm bûne, lê bi rêyên din û pêwendiyên li gel konsol û nûnerên welatan têkilî her berdewam in.

Dîzeyî got: “Sala borî hejmarek berpirsên payebilind hatin Kurdistanê, biryare hejmarek berpirs û wezîrên din ên welatan serdana herêma Kurdistanê bikin.”

Sefîn Dîzeyî li ser pêwendiyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyê û Îranê re jî da zanîn: “Pêwendiyên herêma Kurdistanê li gel herdu welatên cîran jî baş in û berdewam in.”

Li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê Dîzeyî destnîşan kir: “Pirsgirêka me li gel Bexdayê ne tenê pirsgirêka mûçe ye, pirsgirêka bicihneanîna destûrê û nedana maf û heqên darayî yên herêma Kurdistanê û xakê ye. Mixabin nifşeke xirab a siyasî li Bexdayê derketiye û dijî herêma Kurdistanê û destûrê ye.”