Sandên Bilind ên PDK û YNKê rewsa Kurdistanê û kêseyên ligel Bexdayê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 12ê Mijdarê, şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê serdana Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Berpirsê Buroya Rêkxistina PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Husên piştî civînê ragihand, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û aliyên siyasî de hatiye kirin.
Elî Husên diyar kir: “Girîng e ku em di danûstandinan de rolek erênî û berpirsiyar bilîzin, da ku di asta vê qonaxê de bin.”
Berdevkê YNKê Seidî Pîre got, di civîna şanda bilind a YNK û PDKê behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de û kêmkirina aloziyan hat kirin, yek ji wan xalan jî ew bû ku YNK, PDK û aliyên din bi xurtî piştevaniya pêngavên hikûmetê bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan bikin.
Pîre da zanîn: “Hatina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Hewlêrê tiştekî erênî bû. Bêguman em piştevaniya her rêkeftinekê dikin ku bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin