Li Hewlêrê sandên bilind ên aborî yên Iraq-Kurdistanê civiyan

08 September 2024 12:05 0 dîtin
Li Hewlêrê sandên bilind ên aborî yên Iraq-Kurdistanê civiyan

PeyamaKurd - Encûmenên wezarî yên aboriyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê îro Yekşemê li Hewlêrê kom bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 8ê Îlonê pêşwazî şandeke Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê bi serokatiya Serokê Encûmenê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Fuad Husên kir.

Hate ragihandin ku di civînê de, her du encûmenên wezarî yên aboriyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina deriyên sînorî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, mûçe, bûdce, rêgirtina li xalên kontrolê yên Iraqê ji hinardekirina berhemên cotkaran, bac û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Cîgirê Serokê Banka Navendî ya Iraqê Dr. Emmar Xelef ragihand, civîna her du encûmenên wezarî yên aboriyê li Hewlêrê, gaveke girîng û erênî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên hilawistî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.