Sandeke bilind a ewlekariya Iraqê bi serdanekê gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş diyar kir, şandeke bilind a ewlekariya Iraqê îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û biryar e bi berpirsên Wezareta Pêşmerge re bicive.
Li gor ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) diyar kir, Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Rukin Hamid Ebdulmeqsûd, Fermandarê Hêzên Bijayî Ferîq Rukin Qasim Mihemedî û hejmareke din ji fermandarên leşkerî gihîştin Hewlêrê.
Herwiha hat eşkerekirin, armanca vê serdanê, kombûna li gel Serokerkanê Pêşmerge ye, ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê li navçeyên ku ji her du aliyan re girîng in û şopandina zanyariyên istixbaratî û ewlehiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin