Sandeke bilind a artêsa Iraqê serdana Kerkûkê kir
PeyamaKurd – Şandeke bilind a leşkerî ya artêşa Iraqê îro Yekşemê 9ê Cotmehê serdana Kerkûkê kir.
Hat ragihandin ku şanda ku bi seroktiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Iraqê Ebdulemîn Şimarî çûye Kerkûkê, wê bi rayedarên ewlehiya Kerkûkê re hevdîtinan pêk bîne.
Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn, wê şanda leşkerî ya Iraqê çavdêriya rewşa ewlehiya Kerkûkê bike û operasyonên dijî DAIŞê jî kontrol bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin