Sandeke bilind a ewlehiya Iraqê serdana Wezareta Pêsmerge kir
PeyamaKurd - Şandeke bilind a bi seroktiya General Cewad Kazim Kerîm ya Wezareta Berevaniya Iraqê, serdana Wezareta Pêşmerge kir.
Di civîna ku Cîgirê Wezîrê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û Emîndarê Giştî yê Pêşmerge Cebar Yawer pêşwazî li şanda mêvan kirin de, li ser mijarên hevkariya ligel artêşa Iraqê, perwerdeya leşkerî û mijarên teknîkî nirxandin hatin kirin.
Di hevdîtinê de, ji şanda mêvan hat xwestin ku di sala nû ya perwerdeya leşkerî de, ji bo Pêşmerge jî cih bê dayîn.
Herwiha di civînê de, tekezî li ser hevkariya zêdetir a di warên leşkerî de hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin