Sandeke bilind a ewlehiya Iraqê gihîst Zaxoyê
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir, şandeke bilind a ewlehiyê gihîşt Zaxoyê.
Di daxuyaniyê de da zanîn: “Şanda ewlekariyê ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş General Ebdul Emîr El-Şemmarî û Cîgirê Supasalarê General Qeys El-Mihemedawî û Fermandarê Hêzên Asayîşa Sînor gihîştin Zaxoyê.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Şande ji bo nirxandina rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Iraq-Tirkiyê, serdana herêma Batûfa kir.”
Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, şanda ewlehiyê ya Iraqê şeva borî bi helîkoptereke taybet gihîşt Kolîja Serbazî ya Zaxoyê.
Hat zanîn, şanda Iraqî ligel Wezareta Pêşmerge ji bo nirxandina kêmasiyên li ser sînor û binpêkirinên Tirkiyê, serdana xalên sînorî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin