Mistefa Kazimî ligel sandeke bilind a Iraqê gihîst Kuweytê

22 August 2021 13:41 0 dîtin
Mistefa Kazimî ligel sandeke bilind a Iraqê gihîst Kuweytê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser vexwendina Mîrê Kuweytê bi serdaneke fermî ligel şanda Iraqê gihîşt Kuweytê.

Serokwezîriya Iraqê ragihand ku îro 22yê Tebaxê Mistefa Kazimî ligel şandekê gihîştiye Kuweytê.

Hat diyarkirin ku serdan bi armanca bihêzkirina pêwendiyên Iraq û Kuweytê ye û wê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi berpirsên Kuweytê re li ser pirsên aborî, siyasî û veberhênanê gotûbûjan bike.

Hêjayî gotinê ye, Mistefa Kazimî 3yê Tebaxê bi nameyekê Kuweytê Newaf Ehmed Subah vexwendibû kongreya ewlehiyê ya welatên cîranên Iraqê ku wê di dawiya meha Tebaxê de were lidarxistin.

Biryar e di dawiya vê mehê de li Bexdayê lûtkeya welatên cîranên Iraqê were sazkirin û tê de wê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Nûnerê Serokê Îmaratê, Mîrê Qeterê Temim bin Hamed es-Sanî û hejmarek serok û serokwezîrên welatên Ewropayê û Amerîkayê beşdariyê bikin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ligel Mistefa Kazimî aşkere kiriye ew dê beşdarî lutkeya li Bexdayê bibe.

Heta niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serok û şahên van welatan vexwendiye ji bo lûtkeyê:

-  Mîr Newaf Ehmed Subah, Mîrê Kwêytê.

-  Receb Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê.

-  Selman bin Ebdulezîz, Şahê Erebistan Siûdye

- Îbrahîm Reîsî, Serokomarê Îranê

- Temîm bin Hemed al Sanî, Mîrê Qeterê