Mistafa Kazimî bi serokatiya sandeke bilind gihîst Hewlêrê

14 March 2022 13:32 0 dîtin
Mistafa Kazimî bi serokatiya sandeke bilind gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî, bi serokatiya şandeke bilind, îro gihîşt Hewlêrê.

Mistafa Kazimî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Şanda bi Kazimî re, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Şêwirmendê Encûmena Niştimanî pêk tê û bi awayekî cuda ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Herwiha biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên rastî êrîşa teroristî ya do li ser Hewlêrê hatine bikin.