Sandeke bilind a Kurdistanê serdana Bexdayê dike û bi Sûdanî re dicive

26 November 2023 15:01 0 dîtin
Sandeke bilind a Kurdistanê serdana Bexdayê dike û bi Sûdanî re dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevdîtinên pilebilind bi serokwezîr û berpirsên hikûmeta Iraqê re li ser budçe û mûçeyan serdana Bexdayê dike.

Li gorî zanyariyan, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 27ê Mijdarê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sabah serdana Bexdayê dike.

Tê çaverêkirin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re jî bicive.

Di civînê de, dê mafên Herêma Kurdistanê, cudakirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê ji xerciyên giştî û şandina wan û guhertina hin xalên yasaya bûdçeya Iraqê werin gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji xerciyên rastîn cuda bike û mûçeyên karmendan nebe amureke siyasî.