Sandeke bilind a bazirganiya Kurdistanê serdana Amerîkayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstanên bi veberhênerên Amerîka re û danîna planeke demdirêj ji bo karkirina Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, serdana Amerîkayê dike û beşdarî Kongreya Salane ya Veberhênanê ya Amerîkayê dibe.
Hat diyarkirin ku wê şanda ku ji Kurdistanê biçe Amerîkayê şandeke bilind a aborî, bazirganî û veberhêneran be û bi navê Herêma Kurdistanê jî beşdarî kongreya salane ya Amerîkayê ya veberhênanê bibe.
Serokê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê Ehmed Rêkanî ji medya Kurdistanê re derbarê wê serdanê de daye xuyakirin ku di dawiya Çileya 20223yan de, şanda Kurdistanê diçe Amerîkayê û bi navê Kurdistanê bi serbixwe li wê derê daxwazên Kurdistanê wê eşkere bikin ji bo ku şirketên veberhênerên Amerîka werin Kurdistanê û bi şirketên Kurdistanê re hemahengîyê bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku wê hewl bê dayîn ji aliyê îdarî û zanistî ve sûdê ji ezmûna zêde ya Amerîka û veberhênana Amerîkayê werbigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin