Sandeke bilind a Îranê serdana Parlamentoya Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Şandeke bilind a Komara Îslamî ya Îranê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ve hat pêşwazî kirin.
Parlamentoya Kurdistanê ragihand, îro çarşemê 19ê Cotmehê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî li şandeke bilind a Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mehdî Seferî, ji Encûmena Şûra ya Îranê Dr. Heyderî, Cîgirê Wezîrê Darayî û Aborî Dr. Fikrî, Berpirsê Dosyeya Iraqê li Wezareta Derve Tebatebayî kir.
Hat diyarkirin ku di civîna ku Konsulê Giştî yê Îranê yê li Herêma Kurdistanê Nesrullah Zarî Reşnûdî jî amade bû de, pêwendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û gelan û welatê Îranê hat axaftin, bi taybetî ji aliyê kultûr û ferhenga hevbeş a navbera herdu aliyan.
Serokê Şanda Îranê di civînê de, behsa girîngiya geşepêdana pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê bi giştî kir, bi taybetî ji aliyê danûstandina bazirganî û aborî ve.
Şanda mêvan vexwendnameya fermî da Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, da ku serdana Îranê bike û Hêmin Hewramî spasiya xwe ji bo vexwendinê nîşan da.
Hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kurteyek li ser karê Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kir û bal kişand ser ku niha yek ji projeyên ku bi derfeta karê navdewletî ve girêdayî ye, sererastkirina yasaya veberhênanê ye û derfeteke baş dibe ji bo veberhênerên Îranî eger bikarin weke her veberhênerên din ên biyanî, beşdar bin di veberhênan û avakirina proseya jêrxana aborî û avakirinê li Herêma Kurdistanê de.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî spasiya wê hevtêgihîştina Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kir, ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên aborî û kultûrî yên navbera herdu aliyan û geşbîniya xwe li ser serkeftina proseya yasadanînê ya li Herêma Kurdistanê û karên vê xula parlamentoyê nîşan da.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser rakirina astengiyên li ber proseya danûstandina bazirganî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê û welatiyan.
Di civînê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin li ser çawaniya bicihkirina pêngavên pêşxistina pêwendiyên bazirganî, bi taybetî ji ber hebûna sînorekî berfireh û dûr û dirêj ligel hev, ku ev jî hêsankariyeke mezin dibe ji bo welatiyan û bazirganan di dema bikaranîna rêyên fermî yên deriyên sînorî yên navbera herdu aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin