Sandeke payebilind a Amerîkayê, serdana Bexda û Hewlêrê dike
PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyeke ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve hat ragihandin ku şandeke pilebilind a Wezareta Berevaniya Amerîkayê, serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Li gorî agahiyên ku hatin dayîn, îro şandeke bi Serokatiya Cîgirê Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Dina Stroll gihîşt Bexdayê û dê di vê serdanê de hin hevdîtin bên kirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku biryar e şanda Wezareta Berevaniya Amerîkayê, serdana Hewlêrê bike û ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê bicive.
Ji ber têkiliyên xurt ên navbera Amerîka, Herêma Kurdistanê û Iraqê; nêzîkî 2500 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser kar in.
Ew şêwirmendên leşkerî, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî IŞÎDê de tevdigerin.
Her wiha şêwirmendên leşkerî di şerê li dijî IŞÎDê de piştgiriya perwerdeyê didin Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin