Sandeke payebilind a îraqî serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Endamê lijneya hemahengiya Hewlêr û Bexdayê li encûmena nûnerên Iraqê amaje bi wê yekê dike ku biryar e vê hefteyê şandek di serokatiya serowezîrê Iraqê de serdana herêma Kurdistanê bike.
Endamê lijneya hemahengiya Hewlêr û Bexdayê Şêrwan Duberdanî ji medya Kurdistanê re ragihand: “Vê heftiyê şandeyeke payebilind a Iraqê dê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî de serana herêma Kurdistanê bike. Armanca wê serdana ya yekem; pîrozbahî li serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirine û duyem pirs jî navbera Hewlêr û Bexdayê de amadekariya bo budceya 2020an a Iraqê ye, ku dibe amadekariya wê bê kirin.”
Herwiha erkekî mezin dikeve ser milê me û beşek din jî peyvendiya xwe bi pirsgirêka aloziya navçeyê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya Kurdistanê ye pêwîstî bi hevbeşiya zêdetir heye.’’
Herwiha got: “Biryar e serokwezîrê Iraqê li gel serokê hikûmetê û serokê herêma Kurdistanê jî bicive.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin