Sandeyeke payebilind a hikûmetê, serdana krîstiyanên Kurdistanê kir

26 December 2024 15:00 0 dîtin
Sandeyeke payebilind a hikûmetê, serdana krîstiyanên Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Şandeyeke paybilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Fewzî Herîriyê Berpirsê Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr.Nuri Osman û ji çend berpirs û şêwirmendên din pêk dihat, îro, (26.12.2024) bi boneya pîrozbahiya jidayikbûna Îsa Mesîh, serdana krîstyanên Kurdistanê kirin û ji aliyê patrîk, metran û dêrên Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de şandeya serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya xwe pêşkêşî kesayetî û civaka krîstyan kir û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê di atmosfera aram a Herêma Kurdistanê de ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve, patrîk û metranên civaka krîstyan jî kêfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya mêhvan nîşan da, pêkvejiyan û xweşbîniya Herêma Kurdistanê wek nimûne wesif kirin.