Sandeyeke bilind a Hikûmetê serdana cîhê êrîsa bi xwîn a DAISê kir
PeyamaKurd – Şandeyeke bilind a Hikûmetê ya ewlehî û leşkerî ya Iraqê, bi armanca dûvçûna li ser pêşketinên bûyerê û lêkolîna wê, serdana cîhê êrîşa bi xwîn a rêxistina terorîst a DAIŞê ya li parêzgeha Diyale kir.
Şeva 26.10.2021ê hejmareke çekdarên DAIŞê, gule li xelkê gundê Reşad a ser bi bajarokê Mîqdadiyê ya parêzgeha Diyale kirin û ji ber wê jî 14 hemwelatiyan can dan, 15 kesên din jî birîndar bûn.
Îro 28.10.2021ê şandeyekî bilind a ji Hikûmetê ya ewlehî û leşkerî ya Iraqê, bi armanca dûvçûna li ser pêşketinên bûyerê û lêkolîna wê, serdana bajarokê Mîqdadiye kirin.
Şande bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî û bi endamtiya wezîrek û hejmarek fermandaran ve serdana Mîqdadiyê kirin.
Endamên şandeyê, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarula, Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Faîq û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî pêk dihat.
Piştî wê êrîşê serfermandarê artêşa Iraqê gef li çekdarên DAIŞê xwar û diyar kir: ‘‘Em ê erdê bin lingên we jî bihejînin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin