Sandeyeke payebilind a rûsî serdana Samê kir

28 January 2025 13:21 0 dîtin
Sandeyeke payebilind a rûsî serdana Samê kir

PeyamaKurd – Şandeyeke payebilind a rûsî ya îro gihîşt Şamê ji bo danûstandinan li gel Ehmed El Şer'ayê serokê hikûmeta demkî yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê.

Li gorî lêkolînerên siyasî ev şanda rûsî ya bi serokatiya Mîxaîl Bogdanov dê li gel Ehmed El Şer'a, li ser avakirina çarçoveyeke berfireh biaxive ku ew ê ji warên siyasî, aborî û stratejî pêk bê.

Ev serdan di çarçoveya biryara betalkirina peymana bendera Tertûsê de pêk tê ku kompanyayeke rûsî bi rê ve dibe, dê encama bandorên wê yên siyasî û aborî peyda bike.