Kremlînê li ser serdana sandeya rûsî ya bo Samê daxuyanî da

29 January 2025 15:50 0 dîtin
Kremlînê li ser serdana sandeya rûsî ya bo Samê daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov li ser yekem serdana Şamê ya piştî rûxandina hikûmeta Beşar Esed de daxuyaniyek da ku ji aliyê şandeyeke rûsî ve hatibû kirin.

Peskov li ser pirsa yekemîn serdana şandeya Rûsyayê ya bo Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejima Esed weha got: 

“Ev peywendiyeke girîng e. Ji ber ku pêwîst e bi rêveberiya Sûriyeyê re diyalogeke daîmî bê avakirin û dewam bike.”

Peskov nûçeya ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji Rûsyayê tazmînat xwestiye nirxand û got, “Ez vê mijarê şirove nakim.”

Îdiaya ku ‘Rêveberiya Biden hewl dida Pûtîn bikuje’

Peskov der barê îdiaya pêşkêşkarê berê yê Fox Newsê Tucker Carlson de ku gotibû rêveberiya Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden hewl dida Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bikuje jî weha got:

“Carlson tu delîl pêşkêş nekir, ji lewma ez nikarim gotinên wî şirove bikim ji ber ku ne diyar e ka tê çi wateyê.”