Sandeke Rûsî ji bo Idlibê û çend babetên din serdana Samê dike
PeyamaKurd - Rojnameya El-Watan a girêdayî rêveberiya rejîma Esed ragihand ku îro 17ê Cotmehê Şandeke bilind a Rûsyayê serdana Şamê bike.
Rojnameya El-Watan daye xuyakirin, Cigirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Vershinin seroktiya Şanda Rûsyayê ji dike.
Hat diyarkirin ku wê serdana şanda Rûsya du rojan berdewam bike û hevdîtinan bi rayedarên hikumeta Şamê re pêk bîne.
Hat eşkere kirin ku di serî de wê rewşa Idlibê û gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bên axaftin û mijarên din ên hevdîtinan jî tê çaverêkirin pêşxistina têkiliyên ereban bi rejîma Sûriyê re û danûstandinên dema bê yên di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de bin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin