Balafirên rûsî çend deverên Idlibê bombebaran kir: Zêdetirî 30 kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 25ê Hezîranê balafirên şer ên Rûsyayê, li Idbilê hejmarek êrîş li ser niştingehên sivîl pêk anî ku di encamê de zêdetirî 30 kes hatine kuştin û birîndar kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, di encama êrîşên asmanî yên hêzên rûsî yên li ser deverên cuda yên di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên li herêma bêçek a “Pûtîn-Erdogan” de, heta niha 6 sivîl li bajarê Cisir El-Şixûrê yê li rojavayê Idlibê hatin kuştin.
Li gorî SOHRê di encama êrîşên asmanî yên li ser bajarê Cisir El-Şuxurê de zêdetirî 25 kesên din birîndar bûne û ji ber giraniya rewşa birîndaran, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe
SOHRê daye xuyakirin, 3 çekdar jî di encama êrîşa balafirên Rûsî ya li ser devera Cisir El-Şixûrê de hatin kuştin, hejmarek ji çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê jî di encama êrîşa rûsî de ya li ser navendên leşkerî li devera Cisir El-Şixûrê û derdora Idlibê hatine kuştin û birîndarkirin.
Herwiha balafirên rûsî derdora gundê Bînîn li devera çiyayê El-Zawiye li gundewarê başûrî Idlibê û devera çiyayê El-Erbîn jî bombebaran kir.
Hatiye ragihandin ku di encama êrîşa rûsî ya îro li ser bazareke bajarê Cisir El-Şixûrê de nexweşxaneya bajêr bi birîndar û kuştiyan tijî bûye.
Li gorî Berevaniya Sivîl a li Bakurê Rojavayê Sûriyê, di êrîşên îro de, 9 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin