Balafirên Tirkiyê çend deverên Rojava û Basûr bombebaran kir: Ji HSD, Mezlûm Ebdî û SOHRê daxuyanî…

20 November 2022 10:24 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê çend deverên Rojava û Basûr bombebaran kir: Ji HSD, Mezlûm Ebdî û SOHRê daxuyanî…

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê, şevê din êrîşeke asmanî li dijî çend deverên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê taxa Kaniya Kurdan, Daristana Kobanî, rêya Cerablusê, gundê Hilincê, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê, derdora Eyn Îsa û Til Rifetê bombebaran kirin.

Herwiha hevdem balafirên şer binkeyên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Bajarê ku DAIŞ têk bir, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebarankirin.”

Şamî dema bombebaran berdewam dikir got: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê bi dijwarî topbaran dike ku  koçberên Efrînê yên di sala 2018an de bicih bûne.”

Şamî da zanîn ku ji bilî gundê Dehir Ereb a dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê li Hesekê jî bombebarankirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ragihand ku di bombebaranê de binkeyên hêzên HSDê yên Heleb û Hesekê û yên artêşa Sûriyê li Reqa û Hesekê hatine hedefgirtin û herî kêm 6 endamên HSDê û 6 leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) jî derbarê êrîşê de ragihand ku wan di çarçoveya berterefkirina êrîşan û parastina sînoran de, li gorî xala 51 a Neteweyên Yekbûyî ji bo xweparastina meşrû êrîşeke asmanî li Iraq û Sûriyê pêk aniye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî derbarê êrîşê de li ser hesabê xwe yê twitterê parvekirinek kir û got, bombebarana Tirkiyê ya herêmên ewle li ser tevahiya herêmê gef e û heger şerek rû bide wê bandora wê li ser her kesî çêbibe.

Herwiha Ebdî ji xelkê herêma ketiye ber bombebaranê jî xwest ku li malê xwe bimînin û li gorî hişyariyên hêzên ewlekariyê tevbigerin.