Balafirên Tirkiyê 5emîn car bi ser Rojava de firiyan
PeyamaKurd – Du balafirên şer ên F-16 yên artêşa Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina herêma ewle ya ligel Amerîkayê îro car din li Rojhilatê Firatê qada esmanî ya Sûriyê, firînên çavderiyê kirin.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê îro ragihand, 2 balafirên F-16 yên Fermandariya Hêzên Hewayî di çarçoveya Hereketa Biryardariya Xwezayî de pêncemîn firîna xwe li ser Rojhilatê Firatê encam dane.
Herwiha hat gotin ku dê rojên pêş jî firînên balafirên şer ên Tirkiyê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin