Balafirên ser ên Tirkiyê hejmarek gundên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

21 November 2022 18:43 0 dîtin
Balafirên ser ên Tirkiyê hejmarek gundên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihadin ku îro 21ê Mijdarê piştî nîvro, balafirên şer ên Tirkiyê li ser bajar û gundewarên Kobanî ya Rojhilatê Kurdistanê firiyan û çend gund bombebaran kirin.

Li gorî ragihandina çavakaniyên herêmê, balafirên şer ên Tirkiyê li dor demjimêr 15:30 19 gundên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin ku hin ji wan gundan li dorûbera bajarê Kobaniyê ne.

Beriya niha jî gundên Zormixar, Beyadiyê û Şêxlera Jorîn ên li rojavayê Kobanê hatibûn bombebaran kirin.

Hat zanîn ku ev êrîş dema ku merasîmên spartina bi axê ya 12 qurbaniyên êrîşa balafirên Tirkiyê ya 18ê Mijdarê li Rojavayê Kurdistanê birêve diçû pêk hatiye û heta niha derbarê ziyanên êrîşê de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Êrîşa asmanî ya îro li gorî nûçeyên medya Tirk, bi ketina çend roketan li aliyê bajarê Dîlokê yê Kurdistanê ve tê girêdan ku hejmarek kes bûne qurbanî. Rayedarên Tirk ji ketina roketan a Karkamişê YPGê tawanbar dikin, lê hîn ti daxuyaniyek derbarê wê de ji aliyê Rojavayê Kurdistanê nehatiye dayîn.