Balafirên Tirkiyê êvarê li gundên Silêmaniyê û Duhokê bombebaran kirin
PeyamaKurd – Balafirên artêşa Tirkiyê ber destê êvarê li navça Şarbajêr li jîngeha Mewatê deverê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ti zerarekî negihaye can û malî. Li aliyê dinê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku balafirên Tirkiyê Qendîl, Asos, Gare û Metînayê bi 16 ciyan bi hev re bombebaran kiriye.
Qeymeqamê Mewatê Kamuran Hesen got ku êvarê seet li dora 20.00ê êvarê devera navbera gundên Gelale û Sefre hatiye bombebaran kirin lê zerar negihaye hemwelatiyan.
MSB ya Tirkiyê ragihand ku operasyona wan bo ser PKKê ye û di bombebaranê de ti sîvîl zerarê nedîtiye. PKKê li ser mijarê heya niha ti agahî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin