Balafirên Tirkiyê di heman wextê de 5 deverên Kurdistanê bombebaran kirin
PeyamaKurd – Balafirên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê li 5 deverên bi navên Qandil, Asos, Xakurk, Gare û Metina xistin. Li gor ragihandina Rûdawê; qeymeqamê Mawatê ya bi ser bajarê Silêmaniyê Kamûran Hesen ragihandiye ku seet di 19.00 ê êvarê de balafirên Tirkiyê derdora gundên Gelale û Basawiyê 4 cara bombebaran kirine.
Zerara can û mal çênebûye û roket li nêzî hinek malan ketine. Hevserokê şaredarê belda Qandîlê Dilşad Îbrahim ragihandiye ku dora gundê Endze bombebaran kirine.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku seet di 19.00an de Metina, Xakurk, Gara, Qandil û Asosê çeperên PKKê bombebaran kirine û li 22 hedefan xistine.
MSB dibêje ku wan mafê xwe yê xala 51ê ya Neteweyên Yekgirtî bikaraniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin