Dilê Trump heye ku balafirên F-35 bifrose Tirkiyê
PeyamaKurd – Medya DYAyê ragihand ku piştî serokê DYAyê Trump di rêya telefonê de bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re axifiye, dilê wî heye ku balafirên F-35 bifroşe Tirkiyê.
Xebera li ser mijarê, di kanala TV ya Amerîkayê ya Fox Newsê de derket û çavkaniya xwe bir ser 2 çavkaniyên ku agahiya wan ji mijarê heye. Di xeberê de hat gotin ku Trump li ser mijarê difikire.
F-35 heya niha balafira herî pêşkeftî ya Amerîkayê bû lê duhî Trump balaifrekî dinê da nasîn ku ji F-35 gelek pêşkeftîtire, wê şîrketa Beoingê hilberîna wê bike û navê wê F-47 e. Trump F-47ê bêhempa binav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin