SOHR: Hêzên rejîmê li Idlibê bi pistevaniya balafirên rûsî êrîs kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, îro 28ê Kanûnê, hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê bi piştevaniya balafirên rûsî armancên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bombebaran kirin.
SOHRê daye xuyakirin ku hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya hêzên asmanî yên rûsî herêmên Fetîra, Bara, Filêfil yên Cebel el-Zawiye ya li başûrê Idlibê kirin armanc.
Herwiha hatiye ragihandin ku Cebel el-Ekrad a bakurê Lazqiyê û Sehil el-Xab a bakur-rojavayê Hemayê jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine lêdan.
Li gorî SOHRê doh 27ê Kanûnê jî hêzên rejîmê heman herêm bi zêdetirî 130 moşekan topbaran kiribûn.
Li aliyê din hatiye diyarkirin ku îro hêzên bi ser Tirkiyê ve jî armancên rejîmê li çend deverên Idlibê bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin