Hêzên rejîmê êrîsê Idlibê kirin: 2 mirî û 8 birîndar
PeyamaKurd – Grûbên bi ser rejîma Sûriyê yên ku Îran destekê didin wan li herêma Idlibê bi fuze û topan êrîş birin ser deverê û di encamê de 2 sîvîl mirin û 8 sîvîl birîndar bûn.
Hêzên rejîmê û grûbên bi ser wan ve, di nava rojê de li başûrê Idlibê li dundên Maarbellit, Keferlete, Îhsîm, Bara, Kensafra, Afîsê û li gundê Sîrmaniye yê bi ser Hamayê, li bakûrê Lazkiyê li Girên Kîbeyne û gundê Tiffahiye, li rojavayê Helebê li navçeya Eterîbê li gundê Kefernûranê xistin.
Berpirsê medyayê yê Parastina Sîvîl ya Sûriyê ragihandiye ku li gundê Afîsê 1 zarokekî û 2 sîvîl mirine û 5 kes birîndar bûne. Li navçeya Etaribê 3 sîvîl birîndar bûne. Li Xelîfe û Afîsê di wexta ku cenazeyên xwe defin kirine êrîş çûye ser wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin