Pentagon: Êrîsên komên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkî nayên qebûlkirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder diyar kir ku eger hêzên Amerîkayê ji aliyê komên çekdar ve bên êrîşkirin, ew ê di wextê rast de û bi rêbazên xwe bersivê bidin.
Berdevkê Pentagonê bal kişand ser wê yekê ku komên çekdar ên li Iraq û Sûriyê gefa êrişê li dijî hêzên Amerîkayê û Îsraîlê bi ciddî dibînin û got: “Komên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraq û Sûriyê êrişên moşekî li dijî Îsraîlê ceribandin, lê piraniya wan bi ser neketin. "Koman herwiha êrîşî hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûrîyê kirin ji bo piştgirîkirina mîsyona têkbirina DAIŞê."
Berdevk Ryder bal kişand ku êrîşên komên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê nayên qebûlkirin û wiha got:
"Ez nikarim pêşbîniyê bikim ku ew ê di pêşerojê de çi bikin, lê em vê gefê ciddî digirin û em ê piştgiriya parastina Îsraîlê bidomînin. Em ê jî giraniyê bidin ser parastina hêzên xwe û ti êrîşa li ser hêzên xwe qebûl nakin. Ger gef li me bê an êrîşkirin, em ê her dem di wextê rast û bi awayê xwe de bersivê bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin