LIyod Austin: Hêzên me li dijî Pasdar û komên çekdar li Sûriyeyê êrisên asmanî kirin

13 November 2023 14:10 0 dîtin
LIyod Austin: Hêzên me li dijî Pasdar û komên çekdar li Sûriyeyê êrisên asmanî kirin

PeyamaKurd - Weîzrê Bergiriyê yê Amerîkayê ragehand ku hêzên wan êrîşên asmanî li ser artêşa Pasdaran û komên hevpeymaniya Îranê kirine û ew êriş wek bersivek bûye ji bo êrîşên wan ên li ser serbazên Amerîkayî li Îraqê û Sûriyeyê.

Li gor Ajansa Fox Newsê ya Amerîkayî jî di wan êrişan de şeş heta heft çekdar hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di wan êrişên Amerikayê de 3 çekdar hatine kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne ku birînên hinekan dijwar in.

Austin  ragihand ku Joe Biden gotiye, çi serpişkiyeke ji silametiya serbazên Amerîkayî giringtir nîne, wî fermana destpêkirina wê êrîşê derxistiye, ji bo ku ron bibe Amerîka bergiriyê ji xwe û serbaz û berjewendên xwe dike.