Austin: Em ê çavê xwe ji ti êrîsa dijî hêzên Amerîkî re negrin

07 August 2024 17:37 0 dîtin
Austin: Em ê çavê xwe ji ti êrîsa dijî hêzên Amerîkî re negrin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, piştî êrîşa komên Îran piştevaniya wan dike ya bi ser baregeha Eyn Esed a Iraqê de ku 7 personelên leşkerî yên Amerîkayê birîndar bûn, îro 7ê Tebaxê daxuyanî da.

Austin got ku ew dê çavê xwe ji ti êrîşeke dijî hêzên Rojhilata Navîn ên Amerîkayê re negirin û diyar kir, “Xetayan nekin! Wê Amerîka ji ti êrîşeke li dijî hêzên me yên herêmê re, çavê xwe negre.”

Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê jî doh ragihandibû ku di êrîşê de 5 personelên leşkerî yên Amerîkî û 2 karsazên Amerîkî birîndar bûne ku rewşa tenduristiya wan baş e.