PENTAGON: Em ê hesabpirsîna êrîsên li dijî DYAyê bidomînin

07 February 2024 13:59 0 dîtin
PENTAGON: Em ê hesabpirsîna êrîsên li dijî DYAyê bidomînin

PeyamaKurd - Cîgira Berdevka Wezareta Parastinê (PENTAGON) a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sabrina Singh got: "Em dizanin li pişt êrîşên ku hêzên me yên li Iraq û Sûriyeyê kirine armanc, kîjan kom hene û em ê bi berdewamî hesab ji wan bipirsin."

Di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de Sabrina Singh bersiva pirsa "Armanca êrîşên li dijî hêzên DYA yên li Iraq û Sûriyeyê çi ne?"da û got: "Em dizanin ku komên weke Ketaib Hizbullah li pişt van êrişan in."

Di bersivandina pirsa "Gelo ev êriş rawestiyan an na?" jî Singh vê bersivê da:

"Me berê gellek caran dît ku li dijî hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê êriş pêk hatin. Ez ê di derbarê hûrgiliyên van êrîşan de zêde nepeyivim. Em dizanin ku ev kom bi taybetî Tûgayên Hizbullahê beşdarî êrişa li dijî hêzên me yên li Urdinê bûn. Em ê ji van koman hesab bipirsin."