Hûsî: Amerîkayê 15 êrîsên esmanî li dijî ser paytext Sanayê pêk anîn
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televîzyona El Masîra ya bi ser Hûsiyan ve, Amerîkayê li başûr û bakurê Sanayê êrîşên esmanî pêk anîn.
Di raporê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkî 15 êrîşên esmanî birine ser gelek deverên Sanayê.
Hûsiyan duh ragihandibû ku di encama bombebarana Amerîkayê de ya li dijî parêzgeha Sanayê de 4 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya din a Hûsiyan de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de Amerîkayê 27 êrîşên hewayî birin ser bajarên Omran û Sadayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin