Amerîkayê li Iraqê li dijî pêgehên Hesda Seibiyê êrîsên esmanî pêk anîn
PeyamaKrud – Îro înê (13.03.2020), danê sibehê artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Amerîkayê êrîşên esmanî li ser çar pêgehên Heşdî Şeibiyê pêk aniye.
Di wê daxuyaniyê de hatîye ragehandin û televizyona fermî jî belav kiriye, ku ew pêgehên bûne armanca êrişên Amerîkayê, yek li Necefe û her sêyên din jî dikevin başûrê Bexdayê.
Herwiha Şaneya Ragehandinê ya Ewlekarîyê li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê ragihandiye, li demjimêr 01:15ê, berê sibehê, Amerîka li deverên (Cerfilnesir, Museyîb, Necef û Iskenderîye) li dijî baregehên Heşdî Şeibî û Fewcên tengavîya û Komandoyên Firqeya 19 ya artêşa Iraqê êrîşên esmanî pêk anîne.
Ji aliyê din ve jî, berpirsekê Iraqî got, "Yek ji wan bombebaranên asmanî yên Amerîkayê balafirxaneyeke nû tê çêkirin, kirîye armanc li bajarê Kerbela û tekez jî kir ku avahiya balafirxaneyê; ber wê bombebaranê ketiye. Pişt wan êrişan jî, hinek nûçe hebûn ku balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk li navenda Bexdayê bûye armanca dû mûşekên Katyuşa."
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanîya Amerîkayê jî, balafirên wan 5 depoyên teqemenî û bingehên çekdarên Hizbullaha Iraqê li Babil, Bexda, Kerbela û Enbarê bombebaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin