Wezareta Derve ya Iraqê: Hesda Seibî êrîsên li dijî KFC pêk neanî
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê îdia kir ku rêxistina Heşdî Şeibî ya ku Îran piştgirîya wê dike, li pişt êrîşên li dijî şaxên KFC yên li Bexdayê ne. Çend roj berê Washingtonê Heşda Şeibî bi çalakiyên tundûtûjiyê tawanbar kiribû.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de bêyî ku navên xwaringehan eşkere bike ragihand, "Êrîşên li ser hin xwaringehan ji aliyê komên neqanûnî ve hatine kirin û bi ti awayî nûneratiya Heşda Şeibî nakin."
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller roja Pêncşemê di civîneke rojnamevaniyê de li ser pirsekê got, em berdewam dilgiran in ku kesên di nava Heşda Şeibî de li hember fermandeyê giştî yê Iraqê ne hestiyar in û li Iraq û Sûriyê çalakiyên tund û bêîstiqrar dikin."
Wezareta Derve ya Amerîka îdia kir ku gotinên Miller li ser bingeha "dezînformasyonê" hatine kirin.
Şîrketên Amerîkî û Brîtanî yên li Bexdayê, di nav de KFC û Caterpillar, di çend rojên dawî de bûne armanca zincîre êrîşan û rastî bangewaziyên boykotê hatine ji ber girêdana wan bi Îsraîlê re.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya êrîşan de gelek kes girtin, endamên wan bi xwe jî hene.
Balyozxaneya Amerîkî vê dawîyê hişyarî da ku êrîşên li ser kargehên biyanî li Bexdayê "dibe ku şiyana Iraqê ji bo kişandina veberhênanên biyanî têk bibe" û êrîş şermezar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin