Bombe bi hêzên Iraqê û Hesda Seibî de teqiyan: 9 kustî û birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama teqîna du bombeyên vedayî de, 9 leşker û çekdarekî Heşda Şeibî li parêzgeha Diyalayê hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên polîsê Diyalayê, teqînek bihêz li gundê Selam Dawûd ê li başûrê rojavayê bajêr rû da û di encamê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Heman çavkaniyan ragihandiye, piştî teqîna bombeyê di otombîleke Heşda Şeibî de, artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî çûne cihê teqînê û bombeyeke din jî di nav hêzan de teqiyaye û di encamê de 4 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûne.
Piştî her du teqînan, hejmareke mezin a hêzên ewlehiyê çûye cihê bûyerê û lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hate zanîn ku termên kuştî û birîndaran ji bo nexweşxaneya giştî ya Baqê hatine veguhestin û 2 birîndarên giran jî ji bo Bexdayê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin