DAISê demên dawî êrîsên xwe yên ser hêzên Hesda Seibî û Artêsa Iraqê de zêde kirin
PeyamaKurd – Li sînorê Diyala û Rumadî û Kerkûkê, rojên dawî terorîstên DAIŞê, êrîşên xwe yên ser hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de zêde kirin.
Li gor zanyariyan, DAIŞ êrîşên xwe bi piranî bi şevan encam didin, efserekî Pêşmerge jî diyar dike, hêzên Iraqê bi şevan ji baregehên xwe dernakevin, ev jî derfetên zêdetir dide liv û tevgerên DAIŞê.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, ji bo dûrxistina çekdarên DAIŞê û nehiştina metirsiyê li navçeyê, bi beşdariya hêzên esmanî û hêzên Polîsê Federal, di 23ê Nîsana 2022yan de dest bi qonaxa duyem a operasyona "Îradeya Bihêz" li rojavayê Iraqê kirin.
Di derbarê mijarê de Efserê Hêzên Pêşmerge Bextiyar Mihemed eşkere kiriye: “Hemû wan cihên ku di sala 2014an de DAIŞê dagir kirin, niha li wan deveran çekdarên DAIŞê bi awayê komên biçûk dest bi liv û tevgerê kirine û dem bi dem êrîş dikin ser hêzên Iraq û Heşda Şeibî.”
Herwiha Bextiyar Mihemed diyar kiriye: “Bi nêrîna min çalakbûna DAIŞê li wan deveran, sedema wê bi xitimîna rewşa siyasî ya li Iraqê û pêkneanîna kabîneya hikûmetê ye, di heman demê de pêwendiya navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge lawaz e, tenê di asta îstixbaratê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin