Hêzên Iraqê ji bo êrîsên DAISê hevahengiyê bi hêzên Pêsmerge re dikin
PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Iraqê, ji bo êrîşên DAIŞê, hevahengiyê bi hêzên Pêşmerge re dikin. Bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Li gor zanyariyan, di civînekê de ligel fermandarên leşkerî û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo hemû hewlên xwe di rûbirûbûna DAIŞê de bidin, dezgeha Hewalgîriyê û hêzên ewlekariyê raspardin.
Herwiha, Kazimî tekezî jî li hevahengiya di navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge de kir, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Ev di demekê de ye, demek e tevgera DAIŞê li çend navçeyên Iraqê bi û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye, pisporên leşkerî jî sedema sereke ya wê yekê vedigerînin, valahiya ewlekariyê ya li wan navçeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin