Navenda Metro êrîsên li Kerkûkê sermezar kir: Hêzên Iraqê li gor berjwendiya alîyekî tevdigerin
PeyamaKurd - Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamevan êrîşên doh 2yê Îlonê yên li Kerkûkû bi ser rojnamevanan û xwepêşanderên sivîl de şermezar kir û ragihand, artêş û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê li gorî berjewendiyên aliyekî tevdigerin.
Navenda Metro bal kişand ser, êrîşên li ser sivîlan, astengî û tundiya li dijî rojnamevanan û bang li rêxistinên navdewletî û navxweyî yên Iraqî kir ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin.
Navenda Metro ragihand: “Piştî ku di dawiya meha borî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê da, dengê nerazîbûnê ji aliyê Eniya Tirkmenî, Hevpeymaniya Erebî, hêzên Heşdî Şeibî û Erebên hawerde ve derket û rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê girtin.”
Navenda Metro ragihand, li hember vê yekê, roja Şemiyê 02.09.2023an, xelkê sivîl li dijî vê reftarê xwepêşandanek birêk xistin, lê hêzên ewlehiyê gule berdan xwepêşanderan.
Li ser zarê hin jêderan hate diyarkirin, artêş û hêzên ewlehiyê di aloziyên Kerkûkê de, ne bêalî ne û di berjewendiya aliyekî de tevdigerin û ev alîgiriya artêş û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bo aliyekî jî bûne sedema şehîdbûna welatiyên Kurd.
Di xwepêşandana Kurdên Kerkûkê de, ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyên Kurd, 4 rojnamevan û xebatkarên ragihandinê jî ji aliyê hêzên ewlehiya Kerkûkê ve hatin girtin û yek ji wan jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin