Du welatan êrîsên Îsraîlê yên ser Sûriyê sermezar kir

27 February 2025 10:21 0 dîtin
Du welatan êrîsên Îsraîlê yên ser Sûriyê sermezar kir

PeyamaKurd – Hêzên asmanî yên Îsraîlê di nava hefteyê de, li başûrê Şam a paytexta Sûriyê û li gundewarê Derayê operasyonek daye destpêkirin û çend cihên leşkerî di encamê de hatin bombebarankirin.
Li ser êrîşan Wezareta Derve ya Misirê ew êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, ew bi êrîşeke sîstematîk û binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û guhnedana peymana Neteweyên Yekbûyî sûcdar kir.
Misrê herwiha diyar kir ku ev destwerdana Îsraîlê alozî û pevçûnan zêde dike û serwerî û serxwebûn û yekparçeyiya Sûriyê binpê dike.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî bombebarankirina hêzên Îsraîlî bi ser çend deverên li Sûriyê, û hewlên ji bo têkdana ewlehî û aramiya wekî binpêkirina dubare ya peyman û yasayên navdewletî binav kir û êrîş şermezar kirin.
Herwiha Siûdiyê xwest, civaka navdewletî berpirsyariya xwe ji bo rawestandina kiryarên Îsraîlî yên ku ewlehî û aramiyê li herêmê têk dide bicih bîne û rê li ber berfirehbûna şer û pevçûnan bigire.