Medyaya Sûriyê: Îsraîlê li nêzîkî Samê êrîsên asmanî pêk anîn
PeyamaKurd – Medyaya Sûriyê ragihand, Îsraîlê li nêzîkî Şamê êrîşên asmanî pêk anîne.
Li gor Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir, di êrîşan de 2 leşker birîndar bûne.
Herwiha ajansa SANA ya nûçeyan da zanîn, di dema ku Îsraîl êrîşî niştecihên derveyî Şamê kir, sîstema berevaniya esmanî ya wî welatî bersiva moşekan da.
Li gorî agahiyan, di dema êrîşan de li esmanan teqîn çêbûn.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got, di êrîşê de 2 leşker birîndar bûne û wiha got: "Dijminê Îsraîlê ji aliyê bakurê Girên Golanê yên dagirkirî ve bi moşekan êrîşeke esmanî li hin hedefên li nêzî Şamê pêk anî. Pergalên me yên berevaniya hewayî bersiv dan moşekên êrîşkar û piraniya wan xistin xwarê û di encama êrîşê de 2 leşkerên me hatin kuştin û birîndar bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin