Medyaya Îranê: Îsraîlê nêzîkî sêwirmendê Xamineyî kir armanc ku tevî rayedarên Samê civiyabû

15 November 2024 13:31 0 dîtin
Medyaya Îranê: Îsraîlê nêzîkî sêwirmendê Xamineyî kir armanc ku tevî rayedarên Samê civiyabû

PeyamaKurd – Li gorî malpera Amaranê, 3 mûşek li avahiyeke nêzîk ketin ku Elî Larîcanî yê şêwirmendê Elî Xamineyî lê tevş Serokê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Sûriyê civiyabû

Beriya niha jî rojnameya reformxwaz Şerqê li ser hesabê xwe yê Xê nivîsîbû ku mûşekek li wê avahiyê ketiye ya ku Larîcanî û berpirsekî Sûriyê lê civiyabûn.

Rojnameyê belav kiriye ku malpera Xeber Onlineê ya bi ser ofîsa Larîcanî ragihandiye ku rewşa wî baş e.

Larîcanî bi nûnerên komên filistînî re jî hevdîtinek pêk aniye.

Xeber Onlineê ragihandiye ku hevdîtin “piştî êrîşa Îsraîlê ya duh li ser Şamê pêk hatiye.”

Malpera Tabnakê jî diyar kiriye; “derew in nûçeyên ku dibêjin Larîcanî di êrîşa Îsraîlê ya li ser Şamê de jiyana xwe ji dest daye.”